26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî dilgiranî û hevsoziya xwe û Serok Barzanî gihand Kunsolxaneya Fransa

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo şermezarkirina teqîn û êrişên ku li Parîs pêk hatin û diyarkirina hevxemiya xwe bo wî welatî, çû Kunsolxaneya Fransa li Hewlêrê.

Serokwezîrê Kurdistanê di wê hevdîtinê de êrişa terorîstî ya şeva borî li Parîsê qewimî, bi dijwarî şermezar kir û bi navê xwe, hikûmet û xelkê Kurdistanê, dilgiranî, hevsozî û hevxemî digel xelk, hikûmet û Serokatiya Fransayê parve kir û sersaxî li malbatên qurbaniyên wê kiryara terroristî kir û hêviya çakbûmê ji birîndaran re xwest.

Serokwezîr, herweha, hevsozî, hevxemî û sersaxiyên taybetiyên Serokê Herêma Kurdistanê ji serok, gel û hikûmeta Fransayê re şand û tekez kir ka çawa di rojên serdemên dijwar de hertim Fransa piştevan û hevsozî digel gelê Kurdistanê hebûye û berdewam hevkarî û alîkarî pêşkeş kirine, bi hemna awayî îro jî gelê Kurdistanê hevsozî û hevxemî gelê Fransayê ye û di xem û kovanên wê de beşdar e.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştiyê Fransayê li Herêma Kurdistanê Alana Gêbgat spasiya serdana Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re kir û got ku ev serdan nîşana têkeliyên saxlem û dostane yên herdu gel û Hikûmeta Fransayê û gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ev serdan û hevxemî û hesozî bilind nirxand.

Herwiha Alana Gêbgat tekez li ser wê yekê kir ku Fransa û Herêma Kurdistanê dê hertim wek dost û piştevanên hev du bimînin.

Her yek ji Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Berpirsê Fermangeha Pêwemdiyên Derve ya Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa ligel Barzanî çûn Kunsolxaneya Fransa li Hewlêrê.

Serokwezîr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro 2 peyamên sersaxiyê ji serok û gelê Fransa re şandin.

Şeva borî li Parîsê, di encama çend êrişên çekdarî û teqînan de bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li Fransa rewşa awarte û sê rojan şîna giştî hat ragihandin.


 

Nûçeyên têkildar