Encûmena Asayîşê plana teqînekê li Hewlêrê pûç kir

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehand ku encamderên teqîna Dubiz hatine girtin û plana teqînekê jî li Hewlêrê hatiye pûçkirin.
Encûmena Asayîşê di daxwiyaniyeke vîdeoyî de, girtina encamderên teqîna Dubiz ragehand û lixwemikurhatina tawanbaran jî belav kir.
Di lixwemikurhatinê de eşkere dibe ku 3 endamên DAIŞê xwestine li bajarê Hewlêrê teqînekê bikin.
Casim Mihemed Etiye ku xelkê bajarokê Hewîce yê başûrê Kerkûkê ye û yek ji çekdarên DAIŞê ye. Dixwest li Hewlêrê karê “terorîstî” pêk bîne. Dibêje, wî li Hewîceyê perwerde dîtiye.
Beşar Mehmûd Nayif Elî ji eşîra Elubeydî ye û xwendekarê zanîngehê ye. Xêzandar e û piştî ku tevlî DAIŞê bûye, ligel çekdarekî kurd ê DAIŞê fêrî çêkirina bombeyan bûye. Beriya ku li Hewlêrê teqînekê bike, hatiye girtin.
Îhsan Mehmed Elî Cibûrî jî xelkê Hewîce ye. Ew dî îtîrafa xwe de dibêje: “Min di ofîsa şandin û wergirtina pereyan de kar dikir û beriya 3 mehan tevlî DAIŞê bûm. Ji Ebû Zehra ku yek ji berpirsên DAIŞê ye, min pere wergirtiye da ku otomobîlekê bikirim û teqînekê li Hewlêrê pêk bînim.”




