26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî gihîşt Qeterê û ligel serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî duhî roja duşemê gihîşte Dewha paytexta Qeterê û ji aliyê cîgirê serokwezîr û wezîrê dewletê yê karûbarê encûmena wezîran Ehmed Bin Ebdula Al Mehmed ve hate pêşwazî kirin.

Li gor çapemeniya Qeterê Serokê Herêma Kurdistanê digel serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê Şêx Hemed Bin Casim Bin Cebir Al Sanî civiya.

Serokwezîrê Qeterê di civînê de bixêrhatina serokê Herêma Kurdistanê  kir û li bare pêşvebirina peywendiyan û berfirehkirina di ware hevkariyê di navbera her du aliyan de hate gotûbêj kirin.

Hejmarek wezîrên Qeterê li gel endamên şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê  di civînê de amade bûn.
 

Nûçeyên têkildar