Nêçîrvan Barzanî piştgiriya gelê Fransa dike..Divê em terorîzmê bişkênin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji ber bûyer û êrişên Parîsê, sersaxî ji gel û dewleta Fransayê re xwest û ragihand, trajediya Parîsê piştî şikestina DAIŞê li Şingalê qewimî lê em dikarin terorîzmê bişkênin.
Şeva borî li Parîsê, di encama çend êrişên çekdarî û teqînan de bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li Fransa rewşa awarte û sê rojan şîna giştî hat ragihandin.
Piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di peyamekê de hevxemiya xwe ji bo bûyerên Parîsê nîşan da û got, ez ji dil sersaxiyê ji wan re dixwazim û piştgiriya xwe û gelê Kurdistanê ji wan re tînim ziman.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku Fransa di şerê terorê de li kêleka Kurdistanê sekiniye, em jî di vî şerî de li pişta wan in. Ev şer, şerê şaristaniyetê li dijî hovîtî û tarîtiyê ye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha aniye ziman ku bûyerên Parîsê rojekî piştî şikestina mezin a DAIŞê li Şingalê qewimîne û wiha gotiye: “Em dikarin û divê em terorîzmê bişkênin.”




