Serok Barzanî hevxemiya xwe û gelê Kurdistanê bi Serokê Fransa radigihîn

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber komkujiya Fransa peyamek sersaxiyê ji Serokê Fransa François Hollande re şand û got, gelê Kurdistanê hevxemê Fransa ye.
Şeva borî li Parîsê, di encama çend teqîn û êrişên çekdarî de, bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li Fransa rewşa awarte hatiye ragihandin. Gellek serok û lîderên cîhanê sersaxî ji Fransa re xwestin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di peyamekê de sersaxî ji gel û hikûmeta Fransa re xwest û got, gelê Kurdistanê ku niha di şerekî giran ê terorê de ye û mexdûrê terorê ye, di vê roja nexweş de hevxemê we ye.
Serok Barzanî di peyama xwe de her wiha gotiye, teror dijminê hevbeş ê me hemiyan e, terorîst jî li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne, li her cihê ku jiyan, pêşketin û aramî heye, êrişî wir dikin.
Serok Barzanî wiha got: “Gelê Kurdistanê ku niha li şerekî dijwar ya dijî terorê daye û qurbanê destê terore, li vê roja nexweş da, li gel we hevsoze û beşdarê xema we dike û palpiştê gel û Hikumeta Fransaye. Serxweşiyê li we yên birêz û kesukarên qurbaniyan dikin û hêviya başbûneke bi lez ji bo birîndaran dixwazîn.”




