26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Partiyên Bakur rizgarkirina Şingalê li Serok Barzanî û kurdistaniyan pîroz kirin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) bo helkefta rizgarbûna navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê peymak a pîrozbahiyê dan.

Şingal di bin serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî, bi êrîşa 7 hezar 500 hezar pêşmerge ji destê DAIŞê hat rizgar kirin. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û PSK bi rêya peyamake rizkarina Şingalê li hemû kurdistaniya pîroz kirin.

Mustafa Ozçelik di peyama xwe de wiha got: “Rizgarbûna Şingalê mizgînîyeke ji bo xuşk û birayên me kurdên êzidî û hemû Kurdistanîyan. Dijminên azadîya Kurdistanê bi destê DAIŞ a hov êrîşî  Şingalê kiribûn û birîneke mezin di dilê hemû Kurdistanîyan de vekiribûn. Em hêvî dikin ku rizgarkirina Şingalê dê bibe kewandineke vê birînê û dê bibe gaveke nû ya ber bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê.”

Ozçelik pîrozbahî li Mesûd Barzanî, hemû fermandar û pêşmergeyên Kurdistanê kir û herwiha ji bo alîkariyê spasiya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê kir.

Ji aliyê din ve PSKê jî rizgarkirina Şingalê li hemû kurdistaniya pîroz kir û wiha ragihand: “PSK carekî din radigihîne, ku êzidî beşekê gelê kurd e û nayên cudakirin û ziman, çand, orf û arafetên me yên kevnar heya îro parastine.”

PSK, banga hemu hêzên Kurd û Kurdistanê dike, ku alikariya Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin, daku Şengal vegere ser Herêma Kurdistanê û xwe bi rêva bibe.

PSKê herwiha spasê Mesud Barzanî, fermandeyên pêşmerge û pêşmergeyên gernas dike, ku di rizgariya Şengalê da beşdar bûne.
 

Nûçeyên têkildar