Hêzên Pêşmerge Ala Kurdistanê li Şingalê bilind kirin

Şingal-KDP.info- Hêzên Pêşmerge bajêrê Şingalê bi temamî kontrol kirin û alayeke mezin a Kurdistanê li ser salyoya Şingalê bilind kirin.
Îro danê nîvro, Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve êrişî bajarê Şingalê kirin û derbasî nava bajêr bûn û bajêr bi temamî kontrol kirin.
Hêzên Pêşmerge ala Kurdistanê li ser salyoya Şingalê bilind kirin. Ew al pir mezin e.
Duhî danê sibê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û karîn Şingalê dorpêç bikin.




