26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî peyama avakirin û biparêzgehbûnê dide xelkê Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Hewêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî azadkirina Şingalê li gelê kurd bi giştî û li kurdên êzîdî bi taybetî pîroz kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ewê di dema herî zû de hewlên xwe bo avakirin û biparêzgehbûna Şingalê bide. Herwiha spasiya Amerîkayê dike ji ber alîkariya wan a di êrişa kontrolkirina Şingalê de. 

Bi helkefta serkeftina operasyona Şingalê û girtina wî bajêrî bi temamî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir. Ev jî tekesta wê ye:

“Dilşa me ku tevî hesta hemû gelê Kurdistanê û azadîxwazên cîhanê, li ser navê Hukûmeta Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge û serperiştiyarê giştî yê operasyona azadkirina Şengalê birêz Mesûd Barzanî û hemû pêşmergeyên qehreman ên vê dastanê bikim. 

Herweha pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê bi awakî giştî û bi taybetî jî kurdên êzidî yên xoştivî û Mîrê Êzîdiyan û Babaşêx û endamên Civata Rohanî û hemû welatiyên devera Şengalê dikim bi helkeftina azadkirina Şengalê, serê rêz û hurmetê jî ji bo canê paqij ê şehîdên qehreman ên Pêşmerge ditewînim û em hevparên kovana kesûkarên wan ne û hêviya çareseriya lezgîn ji birîndaran re dixwazim. 

Em spasiyeke mezin ya serokatî û îdare û leşker û gelê Amerîkayê dikin ji bo yekdengiya wan li ser alîkarîkirina Hêzên Pêşmerge û alîkariya wan a di operasyona azadkirina Şingalê de. 

Herwiha em spasiya hemû welatên nava hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dikin û spasiya hemû welatên cîran û dost dikin ku di rûbirûbûna DAIŞê û dûrxistina wê ji xaka Kurdistanê û parastina azadî û bihevrejiyanê de li Kurdistanê, piştgirên gelê Kurdistanê bûne. 

Azadkirina Şingalê ji bo me weke gelê Kurdistanê û hemû azadîxwaz û mirovperwerên cîhanê, manayeke mezin a xwe heye. Terorîstên DAIŞê karên pir qirêj û hovane li Sûriyê û Iraqê û deverê pêkanîne, lê belê komkujî û hovîtiya herî mezin li Şingalê pêk anî. 

DAIŞ enfaleke nû li Şingalê di derheqa neteweya kurd de pêk anî, bi sedan jin û keçên kurd revandin, tevî ku bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmareke mezin a wan hatine rizgarkirin jî, lê belê mixabin hê jî gelek di bin destê wan de mane û heta yek jina Kurd ya êzîdî jî di destê DAIŞê de mabe, kovana komkujiya Şingalê di dil û hesta me de bi dawî nayê. 

Emê hemû hewlên xwe bi karbînin ji bo rizgarkirina hemû jin û keçên me yên di destê DAIŞê de, herweha Hukûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe berdewam be ji bo ku komkujiya Şingalê di sewiya navdewletî de weke jenosîd bête naskirin. 

Di encama êrişa hovane ya terorîstên DAIŞê de, Şingal rastî wêrankariyeke mezin hatiye, beriya niha jî me li ser mezarê Şerfedîn li devera Şingalê ragehandibû û niha jî dubare dikim ku garantîkirina xizmetên giştî û avakirin û pêşdebirina bajêrê Şingalê û deverê bi awakî giştî, dê ji karên pêşîn ên Hukûmeta Herêma Kurdstanê be, em ji civaka navneteweyî jî dixwazin ku di vî warî de alîkariya me bike.

Herweha ji xelkê xoştivî yê Şingalê re jî dibêjim ku emê hemû hewlên xwe di warê yasayî û îdarî de bi kar bînin ji bo ku piştgîriya daxwazên welatiyên deverê yên biparezgehbûnê bikin. Cardin ev serkeftin li hemû gelê kurd pîroz be. 

Nêçîrvan Barzanî Serokwezêrê Herêma Kurdistanê

13.11.2015”

 

Nûçeyên têkildar