Çûnûhatina Sûriyê li ser DAIŞê qût bû..Derbeyeke mezin li DAIŞê ket

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ragihand ku, bi azadkirina Şingalê rêya çûnûhatina Sûriyê li ser DAIŞê qût bû. Herwiha ji ber qûtbûna wê riyê dê DAIŞ li Mûsilê pir lawaz bibe.
Seydo Çeto Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Destpêkirina operasyona rizgarkirina Şingalê bi serperiştiya Serok Barzanî cihê dilxweşiya hemû kurdên êzîdî ye, da ku vegerin ser mal û hale xwe.”
Çeto wiha got: “Rizgarkirina Şingalê bi taybetî riya di navbera Mûsil û Sûriyê de, ku ket destê Pêşmerge de, bandoreke mezin li ser DAIŞê dike ji ber ku demara wê bi Sûriyê re hat birîn.”
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Lêjneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Demeke dirêj e ku bi serperiştiya Serok Barzanî amadekarî bo destpêkirina operasyona girtina Şingalê dihatin kirin û îro ew operasyon dest pê kir û devereke berfireh hat rizgarkirin. Rojeke dîrokî ye bo xelkê Kurdistanê bi giştî û kurdên êzîdî bi taybetî.”
Nazim Herkî wiha got: “Biryar e ku piştî bidawîhatina rizgarkirina Şingalê dest bi avedankirina wê were kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wê yekê re pilan danîne.”
Cîgirê Serokê Lêjneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Bi azadkirina Şingalê derbeyeke mezin li terorîstên DAIŞê ket, ji ber ku rêya Iraq û Sûriyê ji hev qût bûn û bi vê yekê pêgeh û hêza wê li Mûsilê lawaz dibe û girtina Mûsilê hêsantir dibe.”




