Kurdên êzîdî spasiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge dikin

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku îro bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona rizgarkirina Şingalê dest pê kir û dervereke berfireh ji derdora Şingalê ji destê DAIŞê hat derxistin, kurdên êzîdî yên li kamban dilxweşiya xwe bi wê serkeftinê nîşan dan û spasiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kirin.
Yek ji wan koçberan bi navê Heyder Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Em spasiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge dikin ku devereke berfireh ji Şingalê rizgar kirin. Em hêvîdar in ku bilez bajarê Şingalê bi xwe jî were rizgarkirin da ku em vegerin ser mal û halê xwe.”
Ji aliyekî din ve, koçberekî din bi navê Qasim Mişko ragihand: “Serok Barzanî şev roja xwe kiriye yek bo rizgarkirina Şingalê. Bi hêviya Xwedê û bi piştevaniya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge bajarê Şingalê jî dê zû were rizgarkirin.”
Herwiha kurdekî êzîdî ku ew jî kober bûye ragihand: “Em berdewam duia ji Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge re dikin ku bi selametî bajarê me rizgar bikin, ez di wê baweriyê de me ku eger ne ji PKKê ba, ji zû de wê Şingal hatiba rizgarkirin, ji ber ku ew berdewam pirsgirêkan derdixin. Hêvîdar in zû bajêrê Şingalê jî wek derdora wê were rizgarkirin û em vegerin ser mal û halê xwe.”
Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.




