26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

DAIŞ 50 termên xwe ji şerê Şingalê bir Mûsilê

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- DAIŞê îro termên 50 çekdarên xwe birin Mûsilê, ku di operasyona Şingalê de hatine kuştin.

Êvariya îro cenazeyên 50 çekdarên DAIŞê ku di şerê Şingalê de hatine kuştin, gihîştin pizişkiya dadê ya Mûsilê û ew jî zêdebarî termên wan çekdarên DAIŞê ne ku di nav bajarê Şingalê û derdorê de bicih mane.

Berpirsê Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Ismet Receb di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “50 termên çekdarên kuştî yên DAIŞê ku di şerê îro yê ligel hêzên pêşmerge de li Şingalê hatine kuştin, êvariya îro gihîştin pizişkiya dadê ya Mûsilê.”

Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.
 

Nûçeyên têkildar