“Dê dîsa jiyan vedigere Şingalê”

Şingal-KDP.info- Qayimqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku, % 20 ji bajarokê Şingalê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye xerabkirin û xanî hatine têkbirin, lewma me ji bo qonaxa piştî rizgarkirinê pilanekî baş bo avakirina Şingalê daniye û emê ji berê zêdetir bajar avedan bikin.
Mehma Xelîl Qayimqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em spasiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge dikin ku Şingalê û xelkê wê ji destê DAIŞê rizgar dikin.”
Xelîl wiha got: “Me ji bo qonaxa piştî rizgarkirinê pilaneke serkeftî daniye bo avedankirina Şingalê ji berê baştir û vegera jiyanê bo wî bajêrî. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li cem mezarê Şêx Şerfedîn soz da ku Şingalê avedan bike.”
Qayimqamê Şingalê wiha domand: “Em gelekî spasiya Serok Barzanî dikin ku bi hemû hêza xwe hatiye bo azadkirina Şingalê û ji ber hewandina koçberên Şingalê. Herwiha ew kesên ku destê wan di rijtina xwîna me de hebû em qet wan efû nakin.”




