26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandehiya Giştî ya Pêşmerge: Em vê serkeftinê li xuşk û birayên êzîdî pîroz dikin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Derbarê operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li Şingalê de, Fermandehiya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, zêdetrî 150 km2 ji axa pîroz a Kurdistanê ji destê terorîstan hat rizgarkirin û niha jî Hêzên Pêşmerge li ser pêşdeçûnên xwe berdewam in, lê çaverê tîmên endazyariyên ên taybet in bo pûçkirina bombe û meyinên li pêşiya wan da ku derbasî nava bajêr bibin.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Cemawerê xweştivî yên Kurdistanê

Îro danê sibehê Pêncşemê 12/11/2015 Hêzên Pêşmerge di bin serperiştiya rasterast a Serok Barzanî û bi piştevaniya hêzên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî, ji 3 aliyan ve dest bi operasyoneke yekalîker bo azadkirina Şingalê û derdora wê ji bin destê dagîrkerê terorîst DAIŞê kirin.

Di vê operasyonê de, terorîstên DAIŞê rastî şikestineke mezin hatin û zêdetirî 100 termên wan li şûna wan mane û bi dehan otomobîlên leşkerî hatin têkbirin.
Di yekem roja operasyona rizgarkirina devera Şingalê de, Hêzên Pêşmerge bi serkeftî armanca xwe pêk anîn û % 75 ji operasyonê bi dawî hat.

Di encama vê operasyona Hêzên Pêşmerge ya îro de û di çarçoveya operasyona azadkirina Şingalê de, zêdetrî 150 km2 ji axa pîroz a Kurdistanê ji destê terorîstan hat rizgarkirin û niha jî Hêzên Pêşmerge li ser pêşdeçûnên xwe berdewam in, lê çaverê tîmên endazyariyên ên taybet in bo pûçkirina bombe û meyinên li pêşiya wan da ku derbasî nava bajêr bibin.

Em vê serkeftina mezin li gelê Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan û bi taybetî xuşk û birayên êzîdî dikin.

Bijî Pêşmerge.. Bijî Kurdistan.. Nemirî bo şehîdên serbilind
Fermandehiya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê”

Nûçeyên têkildar