Ebadî serkeftinên Pêşmerge di operasyona Şingalê de pîroz dike
__2015_11_12_h21m22s49__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê ji ber serkevtina operasyona Hêzên Pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê peyamek pîrozbayiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand.
Îro pêncşem Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û bi boneya serkevtina hêzên pêşmerge di operasyona îro ya bo rizgarkirina Şingalê de pîrozbayî li wî û gelê Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê di vê pêwendiya telefonî de behsa rewşa eniyên şerê li dijî DIAŞê kirin.
Serok Barzanî û Ebadî herwiha operasyona îro ya Hêza Pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê nirxandin û Serok Barzanî ji Ebadî re behsa serkevtin û pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li devera Şingalê û giringiya van ser kevtinan û bandorên operasyona îro li ser şikestdan û jinavbirina DIAŞê kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Ebadî pîrozbayî li Serok Barzanî kir û bi helkevta serkevtinên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di operasyona rizgarkirina Şingalê de destxweşî li wan kir.
Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.




