Şeşo: Mizgîniya azadkirina Şingalê nêzîk e

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, serkeftina yekcarî ya Şingalê nêzîk e û ragihandina wê mizgîniyê pir nêzîk e.
Qasim Şeşo, Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di operasyona îro de, Hêzên Pêşmerge ku Serok Barzanî bi awayekî rasterast serperiştiya wan dike, serkeftinên mezin bi dest anîne û defereke berfireh li derdora Şingalê kontrol kirine, herwiha zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê kuştine.”
Şeşo wiha got: “Hêzên Pêşmerge Şingal ji hemû aliyan ve dorpêç kirine. Serkeftina yekcarî ya Şingalê nêzîk e û ragihandina wê mizgîniyê pir nêzîk e. Tenê li pêşiya wan maye ku bombe û mayinan pûç bikin û piştre rizgarkirina Şingalê were ragihandin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Terorîstên DAIŞê ji hemû aliyan be şipirze bûn û niha ji Tileferê jî direvin, ji ber ku dizanin Hêzên Pêşmerge nêzîkî wan dibin.”
Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.




