Pêşmerge bi taknîkeke nû bi ser ket û zêdetirî 100 DAIŞî kuştin

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, Pêşmerge di operasyona îro de karî bi taknîkeke nû derbeyên mezin li DAIŞê bidin û gelek ziyanan bigihîn wan ku, herî kêm 100 çekdar ji wan kuştin.
Qasim Derbo Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî li gorî pilaneke serkeftî operasyona rizgarkirina Şingalê birêve dibin. Di serî de DAIŞ hizir dikir ku emê ji bakur de êriş bikin lewma hêzek mezin li wir kom kiribû, lê li gorî pilana xwe me ji pişt de ji çend aliyan êriş kir û me karî rêya Sûriye bo Mûsilê kontrol bikin û pitre me çekdarên bajêr ji hemû aliyan ve dorpêç kir.”
Qasim Derbo wiha got: “Me bi wê taknîka nû karî derbeyên mezin li DAIŞê bidin, ew jî bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, ku hejmarek zêde ji çekdarên wan reviyan û zêdetirî 100 DAIŞî jî hatin kuştin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ji aliyê rojava ve, terorîstên DAIŞê bi otomobîlên bombekirî û xwekujan hewl dank u xwe bi Hêzên Pêşmerge de biteqênin, lê pêşmergeyan li wan dan û ti ziyan negiha wan. Niha tenê derdora 50 çekdarî di Şingalê de mane ew jî hemû xwekuj in. Azadkirina bajêr hêsan e, lê ji ber bombe û mayînan û wan xwekujan heta niha bajar jî nehatiye girtin, lê rizgarkirina wê di demeke nêzîk de ye.”
Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.




