26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge li rojhilatê Şingalê pêşde çûn..Deverek berfirek girtin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Fermandehiya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî ragihand ku, bername û mebesta wan ya leşkerî li rojhilatê Şingalê % 100 bi ser ket, ku gelekî pêşde çûn û devereke berfireh kontrol kirine.

Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.

Lîwa Ezîz Weysî Fermandarê Fermandehiya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî ji eniya şer ji malpera KDP.info re ragihand: “Pilana me ya îro % 100 bi ser ket û hêzên Pêşmerge ji aliyê rojhilat ve devereke berfireh ji destê DAIŞê derxistin.”

Weysî wiha got: “Terorîstên DAIŞê gelek zerer û ziyan dane. Niha em behsa wan nakin, heta operasyon bi dawî were.”

Fermandarê Fermandehiya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand: “Derdora Şingalê bi temamî rizgar bûye. Lê li nava Şingalê terorîstên DAIŞê gelek bombe û mayîn danîne.”

Nûçeyên têkildar