26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge rojhilat û rojavayê Şingalê û riya Tilefer – Şingalê girtin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Hêzên Pêşmerge rojhilat û rojavayê bajarê Şingalê bi temamî kontrol kirine. Herwiha rêya navdewletî ya di navbera Tilefer – Şingalê de jî kontrol kirin.

Nûnerê kurdên êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de Şêx Şemo ji Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Herdu aliyên rojhilat û rojavayê Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin girtin. Li wan herdu aliyan gelek termên DAIŞê li erdê mane û ti rê ji wan re nemaye ku ji ber Pêşmerge birevin.”

Herwiha çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji malpera KDPê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge rêya navdewletî ya di navbera Tilefer – Şingalê de û çarêya Um Şebab jî bi temamî kontrol kirin.”

Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.

Nûçeyên têkildar