Êdî çekdarên DAIŞê bi dûrbînê li Şingalê dinêrin
__2015_11_12_h18m56s43__LB.jpg)
Şingal-KDP.info- Piştî destpêkirina operasyona hêzên pêşmerge li Şingalê û pêşveçûnên wan, niha çekdarên DAIŞê bi dûrbînan temaşeyê Şingalê dikin. Belavkirina wan wêneyan ji aliyê DAIŞê ve bow ê yekê ye ku wêrekiya çekdarên xwe bilind bike.
Hêzên pêşmerge îro ji serê sibehî Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî dest bi operasyona kontrolkirina Şingalê kirin û heta niha operasyon berdewam dike û pêşmerge pêşde diçin.
Ji destpêka operasyonê ve heya niha Hêzên Pêşmerge gellek gund û cihên stratejîk ên li derdor û nav bajarê Şingalê kontrol kirine.
Piştî wan serkevtinên Pêşmerge, niha çekdarên DAIŞê li ser hesabên xwe yên Facebook û Twitterê wêneyên çekdarên xwe belav dike, da ku nîşan bide çekdarên wê hêj li Şingalê mane.
Lê belê di wêneyan de derdikeve, ku çekdarên DAIŞê ji dûr ve û bi dûrbînan li Şingalê dinêrin.
Operasyona Hêzên Pêşmerge hêj berdewam e û çavkaniyên leşekrî yên Hêza Pêşmerge dibêjin, ku di demek nêzîk de kontrolkirina hemû Şingalê dê were ragihandin.




