26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serkeftinên Pêşmerge li Şingalê pîrozbiahî dike

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serkeftina Hêzên Pêşmerge li Şingalê dilxweş e û pîrozbahiya wan serkeftinan li xelkê Kurdistanê û Şingalê dike.

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Zeîm Elî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Çend caran Serok Barzanî bi rêya telefonê pêwendî bi min re kiriye û dilxweşiya xwe bi serkeftinên Pêşmerge li Şingalê nîşan daye.”

Zeîm Elî ji eniyên pêşî yên şer wiha got: “Cenabê Serok Barzanî pir dilxweş e bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge li Şingalê û destxweşiyê li wan dike, herwiha ji ber wan serkeftinan pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û tevahiya êzîdiyan dike.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Serok Barzanî soza şikenandina DAIŞ û rizgarkirina Şingalê da.”

Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.
 

Nûçeyên têkildar