26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tenê Hêzên Pêşmerge şerê azadkirina Şingalê dikin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge ji nava şerê Şingalê ragihand ku, jibilî Hêzên Pêşmerge ti hêzeke din li nava Şingalê şerê terorîstên DAIŞê nake. Li ser fermana Serok Barzanî divê di demeke nêzîk de Şingal were rizgarkirin.

Îro danê sibê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.

Qasim Simêr Fermandarê Pêşmerge ji nava Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha em li dijî çekdarên DAIŞê şerekî giran dikin û ji ber hêza mezin a Pêşmerge ew xwe li ber Hêzên Pêşmerge nagirin û paşde vedikşin. Hejmara çekdarên DAIŞê li nava Şingalê kêm maye û yên ku mane jî Hêzên Pêşmerge li wan didin û wan dikujin.”

Simêr wiha got: “Jibilî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ti hêzeke din şer nake û em jî rê nadin hêzeke din jibilî Pêşmerge ku derbasî Şingalê bibe.”

Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, “Operasyon berdewam e û Hêzên Pêşmerge pêşde diçin. Heta niha çend gund û deverên girîng ketine destê Pêşmerge. Bi biryara Serok Barzanî di demeke nêzîk de wê Şingal li ser destê Pêşmerge were rizgarkirin.”
 

Nûçeyên têkildar