26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Projeya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge bi ser ket

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Nûnerê kurdên êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, niha operasyona rizgarkirina Şingalê bi serperiştiya Serok Barzanî birêve diçe û îro bo êzîdiyan dibe rojeke dîrokî û cejnekî taybet.

Şêx Şemo Nûnerê Kurdên Êzîdî Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Piraniya navçeyên girîng û stratejîk yên nava Şingalê û derdora wê hatine rizgarkirin. Niha Hêzên Pêşmerge bera DAIŞê didin û di demeke nêzîk de, dê bi serperiştiya Serok Barzanî, Pêşmergeyên qehreman Şingalê bi temamî rizgar bikin.”

Şemo wiha got: “Operasyona rizgarkirina Şingalê qonax bi qonax pêşde diçe, em bi çavê xwe dibînin ku hêzeke mezin ji Pêşmerge bi çekên pêşketî Şingal dorpêç kirine û dixwazin di demeke kurt de Şingalê bi serperiştiya Serok Barzanî rizgar bikin.”

Şêx Şemo wiha domand: “Ez hem wek nûnerê êzîdiyan û hem jî wek parlamentarekî ji Şingalê bi çavê xwe dibînim ku çawa DAIŞ dişke û direvin, em wek xelkê Şingalê hêvî dikin ku Şingal bilez were rizgarkirin, ku îro bo me rojeke dîrokî ye û bo me cejn e.”

Şemo ragihand: “Ew aliyên ku destê xwe dixistin nava Şingalê û hewl didan Şingalê ji Kurdistanê veqetînin, projeya wan bi ser neket û tenê projeya me û Serok Barzanî bi ser ket.”

Îro danê sibê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir.

Li gorî fermandeyên Pêşmerge, operasyon berdewam e û Hêzên Pêşmerge pêşde diçin. Heta niha çend gund û deverên girîng ketine destê Pêşmerge.
 

Nûçeyên têkildar