26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Daxuyaniya Encumena Asayişê li ser operasyona Pêşmerge li Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, di operasyona girtina Şingalê de 7 hezar û 500 Pêşmerge beşdar in.

Encumena Asayişê di daxuyaniyekê de bi zimanê ingilîzî ragihand: “Operasyona kontrolkirina Şingalê dest pê kir. Operasyon ji 3 aliyan dest pê kir û 7 hezar û 500 Pêşmerge tê de beşdar in.”

Li gorî wê daxuyaniyê, Hêzên Pêşmerge di operasyona xwe de, hemû hewlên xwe dide ku çekdarên DAIŞê dorpêç bike û riyên sereke ku tê de alîkarî digihên destê wan, bibirin. Herwiha welatiyên Şingalê ji bombeyan biparêzin.

Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî di şer de beşdar in û mebesta operasyonê jî kontrolkirina Şingalê ye û qutkirina rêya gihîştina alîkariyan li ser wan çekdaran bi taybetî rêya di navbera Iraq û Sûriyê de.”

Nûçeyên têkildar