Şeşo: Jibilî Pêşmerge ti hêzekî din nikare Şingalê rizgar bike

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê ragihand ku, ti rastiyek bo derbasbûna PKKê bo nava Şingalê û girtina wî bajêrî tine ye, ji ber ku jibilî Pêşmerge pêdviya me bi ti hêzeke din tune ye, lewma pêwîst nake ku hêzên PKKê li Şingalê bimînin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Girtina Şingalê bo kurdên êzîdî pir girîng e, lê bo Pêşmerge girîngtir e û bi girtina wî bajêrî axa Kurdistanê di bin destê Pêşmerge de namîne.”
Şeşo wiha got: “Eger Şingal bê girtin, dê rê li pêşiya girtina Mûsilê jî hêsantir bibe.”
Wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “Ti rastiyek bo wê yekê tine ye ku dibêjin hêzekî PKKê û hêzeke din çûne nava Şingalê bo girtina wî bajêrî. Jibilî Hêzên Pêşmerge pêdviya me bi hêzeke din tune ye, lewma pêwîstî bi mana PKKê li Şingalê tune ye. Hêzên Pêşmerge bo Şingalê bi dehan qurbanî dane û Hêzên Pêşmerge hêzeke mezin e û dema pilanekê datîne bo girtina her deverekê pilana xwe bi tenê bi cih dike û serdikeve. Beriya niha jî li gelek eniyan axa Kurdistanê ji destê DAIŞê derxistiye.”




