26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Parlamentoya Rûsya behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge hat kirin

Çavkanî: KDP.info

Rûsya-KDP.info- Cîgirê Serokê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Nûnerên Iraqê ragihand ku, ew li Rûsya ligel Lêjneya Asayiş û Bergiriyê û Lêjneya Pêwendiyên Derve yên wî welatî pêk anîn. Di wan hevdîtinan de daxwaza çek û teqemeniyan bo Pêşmerge û hêzên din ên Iraqê kir. Herwiha di wan hevdîtinan de, behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge hat kirin.

Şaxewan Ebdulah Cîgirê Serokê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Nûnerên Iraqê ji Rûsya ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro em wek şanda Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Encumena Nûnerên Iraqê li Rûsya me li parlamentoya wî welatî 2 civîn pêk anîn û me behsa pêwendiyên leşkerî di navbera herdu aliyan de kir û di wan hevdîtinan de daxwaza çek û teqemeniyan bo Pêşmerge û hêzên din ên Iraqê kir.”

Ebdulah wiha got: “Em li Rûsya ligel Lêjneya Asayiş û Bergiriyê û Lêjneya Pêwendiyên Derve yên wî welatî civiyan û sibe civînên me dê berdewam bin. Dema naskirin ku ez kurd im, behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge û jinên kurdan di şerê li dijî DAIŞê de kirin û wê yekê gelekî dilê min xweş kir.”
 

Nûçeyên têkildar