25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Balafiran 20 caran li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li ser lêdana cih û navendên DAIŞê li Şingalê berdewam in û tenê îro zêdetirî 20 caran li wan dane.

Izedîn Sindî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymanan berdewam in li ser bombebarankirina cih û navendên DAIŞê û her ji îro danê sibehê ve heta niha 20 caran li DAIŞê dane.”

Eqîd Izedîn Sindî wiha got: “Di wê bombebaranê de hejmarek zêde ji terorîstên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin û jibilî wê jî ziyanek mezin giha navendên wan.”
 

Nûçeyên têkildar