26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandehiya Pêşmerge: YPGê nerast dibêje..Pêşmerge dê Şingalê rizgar bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandehiya Hêza Pêşmerge li Şingalê derbarê wan agahiyan ku dibêjin YPJ û YPGê yên ser bi PKKê ve li Şingalê çûne nava Şingalê, daxuyaniyek da û ew agahî red kirin û ragihand ku, Hêzên Pêşmerge dê Şingalê rizgar bikin.

Di daxuyaniya Fermandeyiya Hêza Pêşmerge li Şingalê de hatiye,  îro 11.11.2015 di televiziyonên Kurdsat News a nêzîkî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Newroz Tv a girêdayî Partiya karkerên Kurdistanê (PKK), hatiye belavkirin ku hêzên YPG û YPJê derbasî nav Şingalê bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em li vir hemû aliyekê agahdar dikin ku ev cureyên propagandayan nerast û dûr in ji rastiyê. Armanc ev e ku rola pêşmerge were kêmkirin û berdêla ku gelê Kurdistanê bo rizgarkirina Şingalê daye, neyê dîtin.”

Herwiha di daxuyaniyê de bi tundî êrişî helwest û siyasetên PKKê li Şingalê û yên derheqê kurdên êzidî de tê kirin û wiha tê gotin: “PKK ku ti rolek li deverên nîne û tenê destkevtek jî bo xelkê êzidî û gelê Kurdistanê nebûye, bi rêya belavkirina propagandayên bêbingeh û derew dixwaze dualîtiyê di navbera xwîşk û birayên me yên êzidî de derxîne.”

Fermandeyiya Hêza Pêşmerge herwiha PKKê wek astenga li pêşiya rizgarkirin aŞingalê ji dest DAIŞê bi nav dike û dibêje: “Ew demek e ku PKK bûye asteng li berdem rizgarkirina Şingalê û li bendê dimînin heya ku pêşmerge êrişî dijmin bike û xwînê bibexşe, piştre ew jî bên û serkevtina pêşmerge bidizin û xwe bikin xwediyê serkevtina pêşmerge. Eger na çima heya ku pêşmerge dest bi operayonê neke, ew li cihê xwe bêdeng in? Salek bêtir e ku DAIŞê Şingal dagir kiriye, eger PKK rast dike, li benda çî ye? Çima neçû Şingalê rizgar bike? Çima heya ku pêşmerge êrişê neke, dengê wan nayê?”

Wê daxuyaniyê wiha domand: “Tişta ku niha PKKê bi rêya belavkirina derew û propagandayên bê bingeh dike sivkatî ye bi dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê û bi kurdên êzîdî û sivkatî ye bi xwîna şehîdan û hêzên qehreman ên Pêşmerge. Hemû aliyek baş dizanin ku birîna xuşk û birayên me yên êzîdî, bi wan lîstikên siyasî yên bê nirix ên PKKê û yên wek wê, nayên birîndarkirin.”

Fermandehiya Hêza Pêşmerge li Şingalê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her wek çawa dorpêça li ser Çiyayê Şingalê şikand û 3 riyên sereke bo devera Şingalê azad kir, niha jî pilana xwe heye û pişt bi xwedê Şingal dê ji destê terorîstan were azadkirin û tenê Pêşmerge dikarin azad bikin û aramî û asayişî û pêşerojeke geş bo xuşik û birayên êzîdî misoger bike.”

Nûçeyên têkildar