26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Almanya: Gelê kurd divê şanaziyê bi Serok Barzanî bike

Çavkanî: KDP.info

Almanya-KDP.info- Hêmin Hewramî û Wezîrê Derve yê Almanya di çarçoveya Korbenda Siyaseta Derve ya Almanya li Berlînê civiyan. Di wê hevdîtinê de Wezîrê Almanya silavên taybet ji Serok Barzanî re şand û ragihand ku, gelê kurd divê şanaziyê bi Serok Barzanî bike.

Di çarçoveya Korbenda Siyaseta Derve ya Almanya li Berlînê, Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Pêwendiyên Derve yên wê partiyê Hêmin Hewram ligel Wezîrê Derve ya Almanya civiya û di wê hevdîtinê de Wezîrê Almanya dilxweşiya xwe bi beşdariya nûnerê PDKê di korbendê de nîşan da û pesnê rola gelê Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de da û ew helwêsta ciwamêrî ya gelê kurd li hember koçberan û pêkvejiyanê bilind nirxand.

Wezîrê Almanya ew siyaseta Herêma Kurdistanê bi têrwanînên Serok Barzanî da xuyakirin û bi rêya Hewramî silavên tayubet ji Serok Barzanî re şand. Herwiha pesnê serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê da û got ku, gelê kurd divê şanaziyê bi Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge yên çavnetir bike.

 

Nûçeyên têkildar