Ewropa ji Turkiya xwest pirsa Kurdî bi rêya dîmokrasiyê çare bike

Berpirsê Komisyona berfirehkirina Yekîtiya Ewropa Stefan Fule li Perlemanê Ewropa diyar kirk u pirsa Kurdî bi dîmokrasiyê care dibît û hikûmeta Turkiya pêdiviye pêngavên berçav bo çarekirina vê pirsê bi havêje û daxwazîyên mangirtiyan jî di zûtirîn dem da bi cih bihînît.
Stefan Fule diyar kir ku ew ji nêzîk ve agahdarî rewşa Turkiya ne bi giştî û rewşa Kurdan bi taybetî û got: " em niha bi rayedarên hikûmeta Turkiya re di peywendiyê dayne bo ku di destpêkê da bi rengekî cidî li ser daxwaziyên mangirtiyan rawestin û em baş dizanîn ku Turkiya rîforim dayne ragirtin û bo çarekirina pirsa Kurdî pêdiviye ji nû ve dest bi rîforman bike."
Herwesa peyvdarê komisyona Yekîtiya Ewropa Peter Sitano jî ragehand ku çu pirs bi şer û tunidûtîjiyê çarenabe û got: " rêya çarekirina pirsa Kurd dîmokirasiyê ye û em wek Yekîtiya Ewropa piştivaniya çarekirina pirsa Kurdî dikin bi rên aştî û diyalogê û pêdiviye bajêr û deverên Kurdan di her warî da aramiyê bi xwe bibînît û di warên aştî, abûrî û xizmet guzariyê da karên mezin bihêne kirin




