26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hefteya bê dê rêkeftina PDK û Yekgirtû were cihbicihkirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Encumena Parêzgeha Dihokê ragihand ku, PDK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê lihev kirin û hefteya bê dê ew rêkeftin têkefe warê cihbicihkirinê.

Fehîm Ebdulah Serokê Encumena Parêzgeha Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek PDKê ligel Yekgirtû gihîştin rêkeftinekê û me ew rêkeftin îmze kir û hefteya bê ew rêkeftin dê bikeve ware cihbicihkirinê.”

Ebdulah wiha got: “Yekgirtû wek duyemîn fraksiyon li sînorê Dihokê 23 kursî jê re derdikevin, ew kursî jî curbicur in, ji şêwirmendê parêzgar dest pê dike heta berpirsê fermangehan.”
 

Nûçeyên têkildar