25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amed.. Ev 8 roj in derketina derve li Farqînê qedexe ye

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Qedexeya derketina derve ya navçeya Farqînê ya Amedê derbasî roja 8an bû. Hat zanîn di encama şer û pevçûnên van rojên dawiyê de herî kêm polîsek û 6 kesên din hatine kuştin.

Qedexeya derketina derve li bajarokê Farqînê yê Amedê didome û îro derbasî roja 8an bû. Li Farqînê, şer û pevçûn di navbera hêzên Tirk û şervanên YDG-Hê de didome.

Li gorî agahiyan, duh di encama şer û pevçûnan de 2 kes hatin kuştin, polîsek û 5 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku hêzên ewlehiyê dora 3 taxên bajêr girtine û bi çekên giran li xanî û avahiyên ku tê gotin şervanên YDG-Hê tê de ne, didin.

Li gorî agahiyan, di heyama wan rojên ku derketina derve hatiye qedexekirin de herî kêm 7 kes hatine kuştin û derdora 10 kesan jî birîndar bûne. Di nav kuştî û birîndaran de polîs û sivîl jî hene.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Ziya Pîr jî diyar kir ku heta niha jî şer û pevçûn didome û got, rayedarên ewlehiyê ji me re gotin “emê wan her sê taxan bi erdê ve bikin yek!” wisa xuya dike dê wê yekê bi balafirên şer bikin!

Nûçeyên têkildar