26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

6 malbat ji bin destê DAIŞê reviyan û xwe radestî Pêşmerge kirin

Çavkanî: KDP.info

Daquq-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Lîwaya 9 ya Hêzên Pêşmerge ragihand ku, 6 malbatên bin destê DAIŞê ji wir reviyane û xwe radestî Pêşmerge kirine, ku hemû jin in, lewma guman heye ku zilamên wan terorîst bin.

Eqîdrukin Tariq Zahir Ehmed Cîgirê Berpirsê Lîwaya 9 ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “6 malbat ji navçeya Hewîce û Reşad û Riyaz û Mûsilê hatine sînorê Pêşmerge û li gorî gotinên xwe, ji bin destê terorîstên DAIŞê reviyane. Me jî ew radestî baregeha eniyê û asayişê kirin, da ku li gorî yasayê kar ligel wan bikin. Tişta ku cihê gumanê ye ew e ku zilamên wan ligel wan nehatine, lewma dibe ku ew terorîstên DAIŞê bin,lewma divê lêpirsîn ligel wan were kirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Me wek Hêzên Pêşmerge bi fermana ser xwe re nehişt ew derbasî nava bajarên Kurdistanê bibin û heta niha me ew li cem xwe hiştine û em li hêviya biryara lêjneya Ewlehî ya Kerkûkê û fermandeha leşkerî ya vê navçeyê ne.”
 

Nûçeyên têkildar