Asayişa PYDê 2 berpirsên TCKê eşkence dan û ew avêtin çolê
__2015_11_10_h17m59s18__LB.jpg)
Dêrik-KDP.info- Asayişa bajarê Dêrikê 2 berpirsên Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) girtin û ew eşkence dan, piştre ew avêtin çolekê.
Duhî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê alîgirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daketin xwepêşandanê li dijî biryarên Kantona Cizîrê, lê endamên asayişê û alîgirên Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi tundî êrişî wan kirin û gellek xwepêşander jî girtin.
TCKê di daxuyaniyekê de ragihand: “Herdu berpirsên me (Kawa Îsmaîl û Mehmûd Liyanî) piştî xwepêşandarê di bin gega çekan de, ji aliyê asayişê ve çend saetan hatin girtin. Di girtîgehê de çavê wan hatibû girtin û rastî eşkencedaneke mezin hatibûn. Pişt wê jî mobaylên wan ji wan hatin sitendin û li çoleke dûr hatin avêtin.”
Tevgera Ciwanên Kurd asayişa Dêrkê û TEV-DEM bi revandina hevalên xwe tometbar dike û daxwaz ji hêzên kurdistanî kir ku gufaşê li KCKê li Qendîlê bikin, da ku ew jî bihêle TEV-DEM siyaseta xwe li Rojavayê Kurdistanê biguhere.
TCKê li hember wî karê asayişê ragihand: “Jibilî ku em vî karê asayişa TEV-DEM şermezar dikin, em biryarên kantonên Rojava û hewlên wê bo girtina desthilat bi awayekî tekane û redkirina karê hevbeş û yektiya navmala kurdî, protesto dikin.”
Kawa Îsmaîl, Endamê Emîdaretiya Giştî ya ENKSê ye.
ENKSê biryar dabû ku li bajarê Dêrikê xwepêşandaneke pirotestokirinê li dijî biryarên Rêveberiya Xweser a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve mîna ferzkirina programa xwendinê, lidar bixe, lê rastî êrişa asayişê û alîgirên TEV-DEMê hatin.
Di wê xwepêşandanê de hêzên asayişê rojnamevan Azad Çemkarî û Endamê Polîtburoya PDK-S Mihemed Elî Bavê Nado jî girtin.




