Li Cizîra Botan şer dijwar dibe

Amed-KDP.info- Li navçeya Cizîra Botan a Şirnexê 3 roj in şer û pevçûn didome û tê gotin, çekên giran jî tîn bikar anîn.
Li navçeya Cizîra Botan a di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û hêzên Tirkiyeyê de 3 roj in şer û pevçûn didome û her diçe pevçûn dijwartir dibin.
Roja înê di navbera endamên YDG-Hê û hêzên Tirkiyeyê de pevçûnan dest pê kiribû û îro saet 05.00 sibê pevçûn dijwartir bû û gelek xwendekaran nekarîn herin dibistanan û welatiya jî nikarin biçin ser karê xwe.
Saet 08.00ê bi roketan êrişî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat kirin. Di encama êrişê de ti zirarên canî nebû, lê nexweşxane rastî zirareke madî hat.
Herwiha di heman demê de bi roket û çekên giran êriş li wesayîtên polîsan ên bi zirxî û avahiya Rêveberiya Ewlehiya Navçeyê û Qeraqola Polîsan a Diclê hat kirin.
Di heyama êrişa li Rêveberiya Ewlehiya Navçeyê de qeymaqamê Cizîrê jî li avahiyê amade bû û di encama êrişê de polîsên pasavan birîndar bûn.
Piştî pevçûnan Qeymaqamiya Cizirê hişyarî da welatiyan û welatiyên jî dikanen xwe girtin û çûn malên xwe.




