Dêrik- Asayişa PYDê êrişî xwepêşandana ENKSê kir

Dêrik-KDP.info- Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê alîgirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daketin xwepêşandanê, lê endamên asayişê û alîgirên PYDê bi tundî êrişî wan kirin.
ENKSê biryar dabû ku îro li bajarê Dêrikê xwepêşandaneke pirotestokirinê li dijî biryarên Rêveberiya Xweser a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve mîna ferzkirina programa xwendinê, lidar bixe.
Li gorî agahiyan, dema xwepêşanderan dixwestin bighêjin cihê xwepêşandanê, endamê asayişa PYDê û alîgirên wê rê li pêş wan girtin û êrişî wan kirin. Endamên asayişê bi çekan êrişî xwepêşanderan kirin û nehiştin xelk kom bibin. Herwiha hêzên asayişê rojnamevan Azad Çemkarî û Endamê Polîtburoya PDK-S Mihemed Elî Bavê Nado girtin.




