Malbat vedgerin Çiyayê Şingalê..Ji ber nêzîkbûna azadkirina wê deverê

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, ji ber nêzîkbûna azadkirina Şingalê, rojane bi dehan malbat vedigerin nahiyeya Sininê û ser Çiyayê Şingalê.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber nêzîkbûna kontrola Şingalê, rojane bi dehan malbatên ku koçberî sînorê parêzgeha Dihokê û navçeyên din, dîsa vedigerin Sinûnê û ser Çiyayê Şingalê m da ku piştî azadkirina wê deverê vegerin ser mal û halên xwe.”




