26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymaniya navdewletî Hêzên Pêşmerge fêrî şerê kolanan dikin

Çavkanî: KDP.info

Tilsqof-KDP.info- Rahênerên welatên hevpeymaniya navdewletî dest bi perwerdeya Hêzên Pêşmerge kirine û fêrî şerê şerê kolanan dikin. Niha ew perwerde li eniya Tilsqof dest pê kiriye û nêzîk jî li eniyên din jî dê ew perwerde dest pê bike.

Efserekî Fermandehiya Sipîlk a Hêzên Pêşmerge Raîd Dilşad ji malpera KDP.info re ragihand: “6 rahênerên alîmanî û amerîkî û swêdî ev mehek e ku pêşmergeyan perwerdeya leşkerî dikin li Tilsqofê bo şerê kolanan û dermankirina birîndaran di şer de  û heta niha 10 Pêşmerge perwerde kirine.”

Raîd Dilşad wiha got: “Pêştir dema Pêşmerge birîndar dibûn, ji ber ku me jê nizanîbû, şehîd dibûn, lê di van xulan de fêrî gelek tiştan bûn bo rizgarkirina birîndaran û çawaniya şerê kolanan bûn.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Li gorî wan rahêneran ku li çendîn welatan hêzên leşkerî perwerde kirine, Hêzên Pêşmerge ji hemûyan azatir in û zûtir fêrbûn.”

Nûçeyên têkildar