Li Nisêbînê êrişa bi bombeyan
__2015_11_08_h22m4s6__LB.jpg)
Mêrdîn-KDP.info- Li navçeya Nisêbînê êrişeke bi bombeyan qewimî û di encamê de 3 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûn.
Li taxa Yeşilkent a Nisêbînê li ber avahiya Navenda Kulturê ya Mitannî endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) rê li ber wesayîtan girtin û dest danîn li ser mifteyên ajovanan.
Herwiha endamên YDG-Hê kamereyên mibese yên li herêmê jî bi guleyan têk birin.
Piştre polîsên Tirkiyeyê çûn cihê bûyerê û di navbera polîsan û endamên YDG-Hê pevçûn derket.
Endamên YDG-Hê bi bombeyan 3 polîsên Tirkiyeyê birîndar kirin.
Polîsên birîndar bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Li Herêmê di navbera derdu aliyan de hêj pevçûn didome.




