Rojavayî li dijî PYDê dadikevin kolanan
__2015_11_08_h21m58s11__LB.jpg)
Rojava-KDP.info- Duhî di sêyem xwepêşandan de li Rojavayê Kurdistanê li dijî siyasetên PYDê birêve çû. Biryar e mezintirîn xwepêşandan bo wê mebestê birêve biçe.
Dr. Kawa Azîzî, Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî sêyem xwepêşandan li bajarokê Çelaxe yê Rojavayê Kurdistanê li dijî siyasetên PYDê birêve çû ku hejmarek zêde ji xelkê tê de beşdar bûn, ku di nava 2 salên borî de xwepêşandanên wisa mezin nehatine kirin.”
Azîzî wiha domand: “Mixabin PYDê heman karê beisiyan dike û bi ereban û asayişan rûbirûyê xwepêşanderan bûn û hejmarek xwepêşander girtin û çend kamîreyên xelkê şikandin.”
Wî Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wiha got: “Yek ji wan kesên girtî berpirsê ENKSê li Çelaxe bû û heta niha girtî ye. Biryar e sibe careke din mezintirîn xwepêşandan li bajarê Dêrikê li dijî PYDê birêve biçe.”




