Kongreya Amerîkayê kar dike ku karesata êzîdî û mesîhiyan weke jenosîd bê naskirin

Hewlêr-KDP.info- Şandeyeke kongreya Amerîkayê bi serokatiya kongiresman Dana Rohirbîçer û Stev King serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de şandeya kongresa Amerîkayê spasiya xelk, Pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, rûbirûyê terorîstan dibin û serkeftinên mezin bi ser terorîstên DAIŞ de bi dest xistine.
Şandê diyar kir ku bi tevî birîna budceya hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, lê hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî baş pêşwazî li wan koçber û penaberan kiriye, ew hewandine û alîkarîyên pêwîst ji wan re dabîn kirine.
Şandeya kongresa Amerîkayê got ku ew dê lêbixebitin ku civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka zêdetir alîkariyên leşkerî pêşkeşî Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bike û ew alîkarî berdewam bin. Herwesa eşkere kir ku wan reşnivîseke qanûnekê pêşkeşî Kongresa Amerîkayê kiriye daku ew karesata mezina bi ser êzîdiyan û Mesîhiyan de hatiye weke Jenosîd nas bikin.
Nêçîrvan Barzanî jî spasiya helwestê şandeya mêvan û welatên beşdar di hevpeymaniya navdewletiya dijî DAIŞê û bi taybetî Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên DAIŞ bo ser herêma Kurdistanê alîkarî pêşkeşî herêma Kurdistanê kirine.
Serokwezîr Barzanî diyarkir ku, ji bo binbirkirina metirsiya terorîstan, pêwîstiya Pêşmergeyê Kurdistanê bi rahînan û çekên pêşkeftî heye û daxwaz kir ku zêdetir alîkariya Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bê kirin.
Ji bo amadekirina reşnivîsa qanûnê ji bo bi jenosîd naskirina karesatên bi ser êzîdî û Mesîhiyan de hatine, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku ev yek ji daxwazên sereke yên hikûmeta herêma Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku dê hemû koçber û penaberên ji tirsa terorê ber bi herêma Kurdistanê hatine bêne parastin û hevkariya wan bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ji ber kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgirî û hevkariya navdewletî heye.
Têkeliyên navbera herêma Kurdistan û dewletên herêmî û bi taybetî têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de hatin gotûbêj kirin.




