25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Bo rizgarkirina Şingalê pêwîstiya Pêşmerge bi hêzeke din tine ye”

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo di bersiva fermandarekî hêzên HPGê de dibêje, bo rizgarkirina Şingalê pêwîstiya Pêşmerge bi hêzeke din tine ye.

 Qasim Derbo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li Şingalê di amadebaşiya temam de ne û bo destpêkirina operasyona girtina yekcarî ya Şingalê serkirdatiya kurd dê biryarê bide, lewma pêwîstî bi ti hêzeke din tine ye, ji ber ku beriya niha jî Hêzên Pêşmerge bi tenê % 80 ji axa devera Şingalê rizgar kir û karîn dorpêça ser Çiyayê Şingalê bişkînin û xelkê rizgar bikin.”

 Derbo wiha got: “Bo rizgarkirina Şingalê serkirdatiya kurdî tenê hevahengiyê ligel hevpeymaniya navdewletî dike da ku balafirên wan di operasyonê de beşdar bin, lewma her çaxê biryar bidin Hêzên Pêşmerge amade ne.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “PKK pirsgirêkan ji Hêzên Pêşmerge re derdike û bûye sedema derengketina rizgarkirina Şingalê. Em hêvî dikin ew pirsgirêkan ji me re dernexin, ji ber ku xelkê Şingalê û Hêzên Pêşmerge gelek qurbanî dane.”

 Qasim Derbo ragihand: “Piştî rizgarkirina Şingalê pêwîstî bi avedankirina vê deverê heye û tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi vî karî rabe, ne hêzek mîna PKKê ku tiştek bi destê wê nayê ku tenê mijûlî nmedya û propaganda ye. Xelkê Şingalê jî bi wan nerazî ne, lewma em hêvî dikin ku karekî wisa nekin ku xwîna kurdan bi destê kurdan birje, lê eger me neçar bikin emê biryara xwe bidin û em nahêlin ew li Şingalê bimînin.”

 Ev gotinên Derbo wek bersivekê ne bo fermandarekî HPGê ku ji Dengê Amerîka re komek propaganda derbarê rizgarkirina Şingalê kiribû.

Nûçeyên têkildar