26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Herêma Kurdistanê di pêşbirka Formola de amade bû

Çavkanî: KDP.info

Di çarçoveya geşta xwe ya bo Dewleta Emaratên Yekgirtî yên Erebî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li dîtina pêşbirka Formola 1 ku li bajarê Ebuzebî birêve diçe amade bû.

Ajansa nûçeyên Îmaratê belavkiriye ku, Serok Barzanî li gel çendîn serok û mîrnişînên welatên cîhanê di wê rê û resmê de amade bû û piştre jî beşdariya xwarina êvarê bûye.

Di heman wextî de Hakimê Ebuzebî Şêx Mihemed Bin Zayêd Al Nihyan, xweşhaliya xwe bo beşdarbûna serok Barzanî û hemû yên amade nîşan da û gelek sipasiya Serok Barzanî kir jibo beşdarbûna wî di vê pêşbirkê de

Nûçeyên têkildar