Şeşo: Em ji PKKê qebûl nakin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, bila PKKê baş zanibe ku xelkê Şingalê hemû Pêşmerge ne û tenê fermanê ji Serok Barzanî werdigirin. Herwiha hêviyê dixwaze ku PKKê xeletiyê neke ji ber ku ji wan qebûl nakin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê û Hêzên Pêşmerge ji operasyona rizgarkirina Şingalê re amade ne û li hêviya fermana êrişê dikin. Lê mixabin PKKê dixwaze rêgiriyan li pêşiya rizgarkirina Şingalê derxîne û ji niha ve li Şingalê dest bi propaganda û derewan kirine, di dema ku ev 15 meh in ku Şingal di bin destê DAIŞê de bû û heta niha yek gav jî jê rizgar nekirine.”
Şeşo wiha got: “Şingalî vê yekê ji PKKê qebûl nakin, ji ber ku dizanin kê pişta wan girtiye û kê qurbanî bo Şingalê daniye, lewma em rê nadin aliyekî biyanî bê û pirsgirêkan ji Şingalê re derxîne ku heta niha 74 ferman ji ber kurdbûnê bi ser me de hatine.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “PKK li her cihekî eger nas bikin kurd gavekê pêşde çûne, pirsgirêkan ji wan re derdixînin. Bila biçin navçeyên xwe li Sûriye û Tirkiyê rizgar bikin, ne bên pirsgirêkan ji Pêşmerge û Şingalê re derxînin, lewma em hêvîdar in ti karekî xelet nekin ji ber ku ew ji wan qebûl nakin.”
Qasim Şeşo ragihand: “Xelkê Şingalê bi ti awayî pişta PKKê nagirin û ne ligel wan e. Bila PKKê baş zanibe ku xelkê Şingalê hemû Pêşmerge ne û tenê fermanê ji Serok Barzanî werdigirin û di demeke nêzîk de, wê operasyona girtina Şingalê dest pê bike.”




