Serok Barzanî û Usame Nuceyfî rewşa navçeyê gotûbêj kirin
__2015_11_07_h21m2s20__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî kir û di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û rewşa parêzgeha Enbar û Nînowa û Selahedînê kirin û çawayiya rûbirûbûna terorîstan û azadkirina navçeyên bin desthilata DAIŞê gotûbêj kirin.
Roja şemî 07.11.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Îtîlafa Mutehîdun ya çaksaziyê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên emniyên dawî û rewşa bereyên rûbirûbûnê li gel terorîstan guftûgo kir.
Her wiha behsa rewşa parêzgeha Enbar û Nînowa û Selahedînê kirin û çawayiya rûbirûbûna terorîstan û azadkirina navçeyên bin desthilata DAIŞê xistin ber behs.
Behskirina rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




