26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel kesayetî û rihspiyên Silimanî û Germiyan civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşeazî li hejmareke kesayetî û rihspiyên Silimanî û Gerimiyanê kir û di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û sedemên derketina kirîz û aloziyên han kir û anî ziman ku bi rêzdarî li hember daxwazên wan tev digere û bo çareserkirina kêşeyên heyî wê hewlên pêwîst bide.

Îro Pêncşemê 5/11/2015 li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmareke kesayetî û rihspiyên devera Silimanî û Gerimiyanê kir.

Di hevdîtinê de şanda han nêrînên xwe derbarê rewşa siyasî û navxweyî ya Kurdistanê û rewşa jiyana xelk û kirîza siyasî ya Kurdistanê û encamên wê li ser jiyana xelkê bo Serok Barzanî diyar kir û dilgiraniya xwe jî li hember alozbûna kêşeyên heyî û rewşa xelkê diyar kir û anî ziman ku xelk li benda çareserkirina kêşeyên heyî ye û tekez li ser wê yekê kirin ku mixabin heta niha aliyên siyasî nikarîne çareseriyek bo wan kêşeyan bibînin.

Şanda mêvan herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kirin daku destpêşxeriyek pêşkêş bike û daxwaz ji tevahiya aliyan bike daku bicivin û dawî bi alozî û kêşeyên heyî bînin û bi biratî û yekdengî li ser rêbazek bo çareser kirina kêşeyên heyî lihev bikin.

Li hember de jî Serok Barzanî bi awayekî kurt behsa rewşa siyasî û sedemên derketina kirîz û aloziyên han kir û spasiya helwesta şanda mêwan jî kir û anî ziman ku bi rêzdarî li hember daxwazên wan tev digere û bo çareserkirina kêşeyên heyî wê hewlên pêwîst bide.
 

Nûçeyên têkildar