26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Fereydûn Ebdulqadir behsa berxwedan û qehremaniya Pêşmerge kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê kurd Fereydûn Ebdulqadir kir û di wê hevdîtinê de behsa berxwedan û qehremaniya Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê hat kirin û qurbanî dana Pêşmerge bilind hat nirxandin.

Îro Pêncşemê 5/11/2015 li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê kurd Fereydûn Ebdulqadir kir.

Di hevdîtinê de behsa berxwedan û qehremaniya pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê hate kirin û qurbanî dana hêzên pêşmerge bilind hat nirxandin.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya dever û Iraqê jî hate şîrovekirin û her du alî jî nêrînên xwe li dor rewşa navxweyî ya Kurdistanê diyar kirin

Nûçeyên têkildar