Mesrûr Barzanî: Iraq ji esasê xwe de dewletekî sernekeftî ye
__2015_11_05_h18m18s2__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Şêwermendê Encumena Ewlekariyê ya Kurdistanê pêşwazî li endamekî komîteya ewlekariya Yekîtiya Ewropa (YE) kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, dewleta Iraqê ji esasê xwe de dewletekî sernekeftî ye, lewre pêwîst e di pergala Iraqê de guhertin werin kirin.
Îro Pêncşemê 5/11/2015 Şêwermendê Encumena Ewlekariyê ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya endamê komîteya ewlekarî û karûbarên derve yê YEê Khavier Vant kir.
Di civînê de behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û çawetiya zêdetirkirina hevkariyên YEê yên bo Kurdistanê hate kirin.
Her di civîna han de Vant eşkere kir ku niha li Ispaniyayê gelê Kurd xwedan dostên gelek zêdeye û niha li Ewrûpayê de jî gelek rê û rêbaz hene ku di warê leşkerî de hevkariya Kurdistanê were kirin û terorîstên DAIŞê jî bêyî ew rêçikên bazirganî kirin ku pişta xwe daye wan nikare li meydana şer de berxwe bide lewre ji nav birina ew rêçik û bazirganiya han yaku DAIŞê fêde ji distîne pêdiviya xwe bi bernameyeke steratejîk û bihevre kar kirinê heye jiber ku ji nav birina DAIŞê bo me gelek girînge.
Her di derbarê şerê dijî terorîstên DAIŞê û ji nav birina terorîstan de jî Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku heta niha weke pêwîst hevkarî bo ji nav birina terorîstên DAIŞê nehatine pêşkêşkirin û baca nehatin anjî diregn hatina ew hevkariyên han bo me û bo deverê gelekî mezin e.
Di dawiya civîna han de behsa qirîzên dîrokî û olî û herwiha geşe danên siyasî û leşkerî yên Iraqê hate kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku dewleta Iraqê ji esasê xwe de dewletekî sernekeftî ye, lewre pêwîst e di pergala Iraqê de guhertin werin kirin.




