Kanada: Pêşmerge jêhatîtirîn hêz e ku li dijî terorîstan şer kiriye
__2015_11_05_h17m39s28__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Şandeke welatê Kanada ligel Mesrûr Barzanî Şêwermendê Encumena Ewlekariyê ya Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, heta niha hêzên pêşmerge jêhatîtirîn hêz e ku li dijî terorîstan şer kiriye lewre hêjayê destxweşiyê ne û em weke Kanada berdewam dibin li ser piştgîrîkirina hêzên pêşmerge û Kurdistanê.
Îro Pêncşemê 5/11/2015 Şêwermendê Encumena Ewlekariyê ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Kanadayê yê li Iraq û Urdinê Bruno Saccomanî û heyeteke pê re kir.
Di civînê de her du alî behsa hilbijartinên Kanadayê, biryara vekêşana Kanadayê di êrîşên asmanî yên li dijî terorîstên DAIŞê û herwiha domandin û berfiretir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Kanadayê de kirin bi taybetî di warê siyasî û abûrî de.
Di vê çarçoveyê de Saccomani diyar kir ku em hewl didin têkiliyên xwe yên siyasî û abûrî ên li gel Kurdistanê berfiretir bikin.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa jêhatîbûna Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê kir û anî ziman ku heta niha hêzên pêşmerge jêhatîtirîn hêz e ku li dijî terorîstan şer kiriye lewre hêjayê destxweşiyê ne û em weke Kanada berdewam dibin li ser piştgîrîkirina hêzên pêşmerge û Kurdistanê.
Saccomani herwiha eşkere kir ku demeke dirêj Kurdistan hatibû jibîrkirin lewre niha dem dema vê yekê ye ku derkeve û ji cîhana derve re bibêje ka heta niha çi kiriye.
Di beşeke din ya civîna han de Şêwermendê Encumena Ewlekariyê ya Kurdistanê jî spasiya Saccomani kir ku bo damezrandina têkiliyên navbera Kanada û Kurdistanê de roleke çalak lîstiye û tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê li ser kar kirin li gel Kanadayê biîsrare.




