26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Hemû pirsgirêk û nakokî bi rêyê gotûbêjan tên çareserkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdstanê Nêçîrvan Barzanî spasî li Serokê Parlamena Iraqê Selîm Cûbûrî kir ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hewld dide.

Îro danê sibê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Parlamena Iraqê Selîm Cûbûrî kir. Li gor ragehandina malpera fermî ya serokwearetiyê di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekariya Iraqê , geşedanên dawî û rewşa sere li dijî DAIŞê hate got3ubêjkirin.

Di hevdîtinê de aliyan giringiya hevkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jib o Iraq û Herêma Kurdistanê hate nirxandin û balkêşandine ser hemahengiya di nevbera Bexda û Hewlêrê.

Di hevdîtinê de behsa nakokiyên siyasî yên navxweyî li Herêma Kurdistanê de jî hate kirin û Nêçîrvan Barzanî di vê mijarê de diyar kir ku hemû pirsgirêk û nakokî bi rêyê gotûbêjan tên çareserkirin lê rewşa dawî aloziyên li herêmê jî kûrtir kirine.

Serokwezîr Barzanî di hevdîtinê de spasiya Cûbûrî kir diyar kir ku rol û hewlên wî yên jibo çareseriya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federalî ya Iraqê giring in.

Ji aliyê xwe ve Selîm Cûbûrî jî jiber pêşwazîkirina koçberên Iraqê spasiya herêma Kurdistanê kir. Cûbûrî daxwaz kirk u nakokiyên Hewlêr û Bexdayê jî bi dîdar û rêkeftinê bêne çareserkirin.

Nûçeyên têkildar