26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ocalan: PKK sedema kêmbûna dengên HDPê ye..Gerek guh dana berpirsên Başûr

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Osman Ocalan, Siyasetmedarê kurd û birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihand ku, çendîn sedem li pişt kêmbûna dengên HDPê bûn di hilbijartinên Tirkiyê de, hin sedemên din jî ji ber PKKê bûn.

Siyasetmedarê kurd û birayê Rêberê PKKê, Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Hejmarek sedem li pişt kêmbûna dengên HDPê ne, hinek ji wan girêdayî HDPê bi xwe ve ne, û hinek jî bi PKKê ve, lê sedemên herî zêde PKKê bû, ji ber ku nikarî siyaseteke wisa bimeşîne ku xelk zêdetir baweriyê bi PKK û HDPê bikin, wek mînak xendex li hin cihan kolandin ku ti pêwîstî pê tine bû. Ew jî şaşîtiyeke mezin bû.”

Osman Ocalan derbarê sedemên kêmbûna dengên HDPê wiha domand: “Herwiha kurdan hizir dikir ku HDPê dê pêvajoya aştiyê berdewam bike, lê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê ti pêşketin di wî warî de pêk nehat û HDPê nikarî pêvajoyê bide meşandin û pêwendiyên xwe ligel Abdullah Ocalan qut kir û ligel berpirsên PKKê yên din dest bi gotûbêjan kir. Ev kar hemû bûn sedema kêmbûna dengên HDPê, ji ber ku ew şerê ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kir hişt ku jiyana welatiyan roj bi roj nexweş bibe, heta bi dehan welatî koçberî naveyên din bûn.”

Wî siyasetmedarê kurd wiha got: “Kêmbûna dengên HDPê peyamek bû bo PKK û HDPê ji aliyê xelkê ve, ku di hilbijatinên 7ê Hezîranê de dengên xw dabûn HDPê, lewma eger HDPê wê peyamê werbigire dê ew şikestin bibe demkî, lê eger wernegire dê gelek ziyanan bibîne.”

Osman Ocalan ragihand: “Gerek HDPê guh nedaba serkirdeyên PKKê, gerek HDPê guh daba dengderên xwe û serkirde û siyasetmedaryên Başûrê Kurdistanê, ji ber ku ziyanekî mezin gihandin xwe û kurdên Bakurê Kurdistanê, ji ber ku ligel AK Partî hikûmet pêk neanî û mezintirîn derfeteke dîrokî ji destê neteweya kurd birin.”
 

Nûçeyên têkildar